Pêşmerge firokexaneya Hilêwe û qezaya Dûzxormato kontirol kir

Kerkûk-KDP.info/ Dûhî sêşemê 7/5/2013 serbaz û piledarên ereb ên lîwaya 16 a firqeya 12 a ser bi artêşa Iraqê ve bi fermana firqeya 12 ji qezaya Dozxormatuyê vekişyan û ber bi nawçeyeke xwartir ji Dûzxormato paşve çûn û bi ewî awayî jî firokexaneyeke serbazî jî vala kirin. Li Hember de jî hêzeke pêşmerge li Firokaxenay Hilêwe û qezaya Dûzxormato hate bicihkirin.
Jêderekê li fewca 4`ê lîwaya 2`ê hêzên parastina dam û dazgehên neftê û gazê û samanên xwazayî yên Herêma Kurdistanê jî ragihandiye: " Hêzên me çûne nava firokexaneya serbazîya (Hilêwe) ya li sînorê Dozxormatuyê, ku bi dest lîwayê 16 a ser bi firqeya 12 a artêşa Iraqê ve ye."Ewî jêderê herwisa ragihandiye: " Hejmarek zor li erebên lîwaya 16 li nav firokexaneya Hilêwe hatibûn bicîkirin lê îro serê şefeqê cihê xwe berdan û bi çûn."
Nêzîkî %80 pêkhateya lîwaya 16 a ser bi firqye a12 a artêşa Iraqê ve kurdin û ji aêlîyê wezareta bergirîya Iraqê ve fermana veguhastina wan hatiye derkirin. Jêder PNA




