26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sexirî: Serok Barzanî roleka girîng di nehêştina nakokîyan de dibîne

Çavkanî: KDP.info


Nûnerê Sedr li bajêrê Kerkûkê " Şêx Reed Sexirî" ragihand, ku serokê herêma kurdistanê "Mesûd Barzanî" gelek pêkol û hewl bo çareserkirina arîşeya niha ya Iraqê kirîye.


Şêx Reed Sexirî weha jî da nîşandan, ku em bi hemû awayî bi vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî re ne".
Sexrî got, " bi evê çendê jî serokê hukûmeta Iraqê heta niha nikarîye xizmeta gelê Iraqê bike ser evê çendê jî bûye arîşe ji welatê xwe re, ji ber evê yekê jî Muqteda Sadr û endamên alîyê Sedr daxwaza guherîne Malikî dikin."

Di heman demê de jî Sexrî weha jî got, " piştî guherîna Malikî, dê Iraq ji gelek alîyan ve bihê guhartin û pişkek ji arîşeyên Iraqê bihên çareserkirin, serokê herêma Kurdistanê di evê meselê de jî roleka girîng dibîne da ku hemû arîşe di pêşerojê de bihên çareserkirin."

Di mijara hilbijartina encumena parêzgeha Kerkûkê de, Sexrî weha got, em wek lîsta Sedr li bajêrê Kerkûkê bi hemû awayî digel encamdana hilbijartina evî bajêrî ne, bê guman em bi awayekî hevpeymanî pişkdarîya evê hilbijartinê dikin.

Di derbarê amadekirina hêza Sedr li hember hêzên Malikî di demeka ne asayî de, Sexrî got: ti carî hêzên me li hember hêzên Malikê nînin, ev arîşeyên han jî nehên kolanê, heta niha jî ti livek li ser asta komarî de nîne ne ji alîyên hêzên me ve û ne hêzên Malikî ve, lê belê arîşeya rakirin yan ne rakirina Malikî di navbera sîyasetmedaran de tê kirin."

Nûçeyên têkildar