26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li nêzik herêm dê 95 % ji pêdiviya panzînê dabîn bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Dr. Elî Belo rawêjkar li wezareta samanên siruştî ya hikûmeta herêma Kurdistanê bo Evro diyarkir ku li dûmahiya vê heyivê parzîngeha Baziyan dê miliyonek û 250 hizar litirên panzînê berhem înît û got "parzîngeha Kelek niha miliyonek û 250 hizar litirên panziynê berhem dîne û li destpêka heyiva 7 dê berhemê xwe yê panzînê kete 2 miliyon û 750 hizar litir û bi vê çendê dê 95% ji pêdiviya herêma Kurdistanê bi panzînê dê bihête dabîn kirin ".


Kêşiya giranbûna panzînê li herêma Kurdistanê vedigerît bo kêmiya dabînkirina wê ji Aliyê bexda ve, Qasim Mihemed endamê lijna nefit wixazê li perlemanê Îraqê bo evro diyarkir ku rêkikeftina Nêçîrvan Barzanî û Malikî, xalek behsê derbazkirina qanûna nefit û xazê hatî ye kirin, heke ev qanûne bihête li perlemanî derbaz bibît, behra herêmê jî ji panzînê dê çare bibe ".


Qasim Mihemed diyarkir ku Bexda rojane nêzîkî sê miliyon û 700 hizar litirên panzînê bo herêmê dabîn dike, di demekê da herêm pêdivî bi 7 miliyon litiran heye ku hewlêr pêdivî bi du miliyon û nîv litiran heye, Silêmaniyê sê miliyon û Duhok jî pêdivî bi miliyon û nîva heye, lewma niha 40% herêmê arîşe di nedabînkirina panzînê da heye

Nûçeyên têkildar