kêmasiyên Duhokê bo wezîrê bajêrivaniyan û geşt û guzarê dihêne diyarkirin

Dihok-KDP.info/ Wezîrê bajêrivaniyê û geşt û guzar di seredana xweda bo parêzgeha Duhokê diyar kir ku armanca wan ewe seredana hijmareka pirojên li deverê dihêne bicihînan biden, da li nêzîk pêdivî û kêm û kasiyan destnîşan bikin û çareseriya bo bibînin û got: " Dê seredana devera Amêdyê û Dêrelok û şêladzê deyn bo dîtina çawaniya birêveçûna karî li ser pirojê ava devera amêdyê ku ji pirojên stiratîjî yên hikûmeta herêmê ye û morikirina hevbesta paqijkirina gilêşî li sinorê u hizar deverên mînkirî li herêmê hene."
Rêveberê pişka hişiyarî û ragehandinê li dezgehê karubarên mînan li herêma Kurdistanê ragehand, eve demê çend salane ew bi paqijkirina deverên Kurdistanê ji mîna rabûyine, belê hêşta Kurdistan ji mîna bi yekcarî nehatî ye paqijkirin û got: " Niha zêdetir ji du hizar deverên mînirêjkirî li herêmê mane û di pilanê dane bihêne paqijkirin."




