26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Ferhad Etroşî: biryara serokê komar sîyasîye ne mesela temambûna muhran e

Çavkanî: KDP.info

Endamê lîsteya hevpeymanîya Kurdistanî li parlîyamenta Iraqê " Ferhad Etroşî " ragihand, ku pirsa vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî pêdivî bi muhran ne dikir, ji ber ku maddeya 61 ya destûra Iraqê bergeha 8 (B) dibêje, serokê komar dikare nivîsekê arasteya encumena nûnerên Iraqê bike û daxwaza vekşandina bawerîyê ji serokê hukûmetê bike, eve jî pêdivî bi muhran nîne, ji ber evê çendê biryara serokê komar biryareka sîyasîye ne mesela temambûna muhran e.

 

Etroşî eve jî da nîşandan, ku komkirina muhran li ser daxwaza serokê komara Iraqê Celal Talebanî di kombûna Dokan de, tenê xwest bizane ku narezayî li dijî serokê hukûmetê di çi astê de ye, ev mijar jî di ti qanûnekê de nehatîye behs kirin, lê belê weha derkeft ku serokê komara Iraqê nexwestîye nivîsekê bo parlîyamentê bişîne û di beyannameya serokê komarê de hatîtye, ku behis kirin li ser cih girê serokê hukûmetê bi berevajîya destûrê ye, weha derdikeve ku helwêsta wî sîyasîye."

 

Weha jê eşkere kir, ku 160 muhr hatine komkirin bê muhrên parlîyamenterên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistan (YNK) pişt re jî muhrên wan jî hatin ser û ji bo serokê komarê hatin pêşkeşkirin, heger tenê 160 muhr be jî weha derdikeve ku nîvê parlîyamentê li dijî Malikî ne, vêja çawa 3 muhr dibine bi arîşe, em tekez dikin ku 176 muhr rast bûn, lê weha xuyaye Talebanî muhrên parlîyamenterên YNK ne hijmartîye.

 

Etroşî weha jî got, heger 11 parlîyamenteran muhrên xwe vekşandine ji bo çi navê wan nayên eşkere kirin, ev mijara han jî li kombûna Hewlêrê hat behs kirin.

Nûçeyên têkildar