Ozcan: Gerek aborîya Herêma Kurdistanê bi aborîya cîhanê ve were girêdan

Profîsorê di warê wize ya Turkîya " Nîhat Elî Ozcan" daxuyand ku pêdivîye Turkîya piştivanîya armîya Herêma Kurdistanê bike, pişt re jî bingehekê li ser karê aborîyê û sîyasîyê dabirêje.
Di evê derbarê de li gorî "govara Gulan" di hejmara xwe ya 883 de roja 11/6/2012 hatîye, "Nîhat Elî Ozcan" amaje bi evê çendê dide, ku gerek Turkîya berî her tiştekî piştivanîya aramî û seqamgerîya herêma kurdistanê bike û di heman demê de jî pêdivîye ji Herêma Kurdistanê re rê nîşander be bi armanja girêdana aborîya wê bi aborîya cîhanê ve, her tiştekî pêwîste be ji bo evê pêngavê bike.
Nîhat Elî Ozcan dibêje, ev pêngava han jî di qazanca herdu alîyan de ye, ji ber ku bûna bi pişkek di aborîya cîhanî de û seqamgerîya aborîya navxwe tiştekî ji nişkêve nîne, lê belê pêdivî bi demê heye û bi barûdoxa cîyopolîtîka deverê ve girêdayî ye, di demekê de heger em temaşeya qeyranên Ewropa û buyerên rojhilata navîn û meseleya Îranê û alozîya Sûrîya bikin, wê demê em dibînin ku bi hêzbûna pêgeha herêma Kurdistanê di evê derbarê de girîngîya xwe heye, bi taybet jî heger bi aborîya cîhanî ve hatibe girêdan, wê demê di deverê de wek hevpişk û hev taktîka Turkîya derdikeve.




