Li Efrînê komkujî: Jineke êzîdî û 5 zarokên wê hatine serjêkirin

Li gundê Qestelê bi ser herêma Efrînê ve li Rojavayê Kurdistanê 5 zarok digel dayîka wan hatine serjêkirin û jineke din jî bi giranî birîndar e.
Çalakê kurd Rohilat Îbiş ku daniştiyê Efrînê ye, ji ajansa (Mîdyanews)ê re got, “Şeva çûyî bi derengiya şevê li gundê Qestelê bûyereke trajedî û dilêş rû daye, 5 zarok ligel dayîka wan di malekê de ji aliyê hin kesên nenas ve hatine serjêkirin."
Îbiş diyar kir ku li gor zanyariyên berdest jineke din di heman bûyerê de bi giranî birîndar e û niha ew li nexweşxaneyê ye.
Çalakê kurd got ku zanyariyên bêtir û kitekitên bûyerê hîn berdest û diyar nebûne.
Hêjayî gotinê ye, gundê Qestelê ku bi ser şaregundê (nahiye) Bilbilê ya herêma Efrînê de ye û nêzîkî bajarokê Ezazê ye, piraniya daniştiyên gund ji kurdên êzîdî ne.




