Berpirsê liqê 17 : Rojane teqîn li deverên jêr desthelata hêzên Iraqê çê dibin

Şingal-KDP.info/ Berpirsê liqê 17 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Şingal bo rojnama Evro diyarkir, kêşa here mezina Şingalê û deverên wê ewe ku ya li jêr kuntirola du îdaran ve, weku îdar e, dever girêday Mûsile û ew jî weku pêdivî arîkariyê li gel nake û kar li ser naket, belê herêma Kurdistanê harîkariya vê deverê dike û niha hindek qutabxane û bingehên saxlemiyê û cade û rê û av birîne hindek deveran, belê ew jî weku pêdivî nehatî ye bicihînan, Şingal jî jêrxana abûrî nemaye û eve ji serdemê rijêmê heta niha çi bo nehatî ye kirin.
Serbest Babîrî got: " Ev devera bi rojihelata dîcle dihête niyasîn hemû pêkhatan bi xwe ve digire; kurd, aşur, turikman û ereb û ji layê olan jî ve muslman, êzdî û mesîhî ne û ji muslmanan jî şî ye û sune û di vê hawkêşê jî da, hemû demekî kurd di tepeser kirî bûne û 13 komelgeh bo hatibûne dirustkirin û gundên wan hemû hatibûne xirabikirin û her çu karekê xirab heye beramber wan hatî ye encamdan û heta bizava wê çendê hatibû kirin zimanê wan yê dayikê jî bin bir bikin, belê tiştê baş ewe niha kurd di zal in li ser deverê û delîve bo nehezan nerêkixistî ye, ku dest dirêjahiya li ser deverê bikin."
Derbarey parastina deverê jî ji layê emnî ve, berpirsê liqê 17 xoyakir ku parastina Şingalê li jêr desthelata pêşimerge û asayşa herêma Kurdistanê ye û got: " Heke husa neba da weku deverên tileifer û beiac û qîrewan lê hêt ku rojane li van devera peqîn peyda dibin çunku li jêr desthelata hêzên êêraqê ye."
Li dor kêşe û astengên helbijartinan jî got: " Me astenik nebûne çunku wan bizav kirin ku helbijartina paş bêxin da ku kartêkirina xwe bêxe ser deverê bi taybet deverên sunî lê akincî, belê deverên kurdnişîn bawer nakim rêgirî bo helbijartinan hebin."
Ew çende jî neveşart ku li vê deverê çendîn bizav hatine kirin bo kêmkirin û ji navibirina hesta netewey û got: " Nuke em yê li ser wê çendê kar dikin ku careka dî vê hizra netewey li def xelkî belav bikine ve."
Derbarey wê çendê ka ew weku parta destelatdar li deverê şiyayne çu bikin, berpirsê liqê 17 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê got: " Raste rojavayê dîcle 85% partî ne û partî ya bûye dergehê hemû daxwazyên xelkî çunku me bi xwedanên xwe dizanin, her çende me hindek kêşe ya di vî warî da hene, çunku barê me girantir lê dihêt û hikûmeta herêmê jî nikare hemû karan bo encam bide çunku hêşta bi rengekê fermî nekeftî ye jêr destelata hikûmeta herêmê, belê em bê cudahî li dûv şiyanên xwe xizmeta hemûyan dikin."




