Bexda bazirganiyê bi 65 miliyarên behra herêmê dike

Bexda-KDP.info/ Hikûmeta Iraqa fîdiral 65 miliyarên terxankirî bo benka Reşîd û Rafîdeyn yên behra herêma Kurdistanê nahinêre û ji ber vê egerî her du benik li herêmê hatine daxistin.
Reşîd Tahir birîkarê wezareta dariy û abûrî taybet bo Evro diyarkir ku 17% ji behra herêma Kurdistanê ku ji 65 miliyara pêk dihêt pêdivî bû her sal nêzîkî 4 miliyar dînar hatibane benqên Rafîdeyn û Reşîd- liqên herêmê û got "ew parê behra herêmê û behra gelek navçên din li benkên bazirganî li welatên weku Urdun bazirganî pê dihête kirin, me çendîn cara daxwaza behra xwe kirî ye û bexda beriheviya xwe diyarkirîne bo hinartinê lê her nahinêrin ".




