25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kişanak: Pirsgirêka kurd encax dikare li gorî pîvanên demokrasiyê çareser bibe

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê-KDP.info/ Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak, gotinên Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemîl Çîçek derewand û got, ku hêzên çekdarên PKK’ê dê 2 roj piştre vekişin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Cemîl Çîçek, diyar kiribû hêzên PKK’ê zûde vekişiyane derveyî sînoran û destnîşankirina 8’ê gulanê tenê ji bo pêşîlêgirtina provokasyonan e, lê Hevseroka BDP’ê Gultan Kişanak duhî aşkera kir ku PKK’î hêj venekişiyane û dê 2 roj piştre vekişin.

Kişanak da zanîn, ku dê vekişîn di dîroka ku hatiye destnîşankirin de pêk bihê û xwest hemû kes li hemberî vekişînê bi hestyar û nazik tevbigerin.

Kişanak, derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de jî got ku pirsgirêka kurd encax dikare li gorî pîvanên demokrasiyê çareser bibe. Jêder PNA

Nûçeyên têkildar