25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hemû alî divê giringiyê bi parastina jîngeha Kurdistanê bidin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Konseya bala ya parastin û çakirna jîngeha Kurdistanê. Li bajarê Hewlêrê di bin serokatiya Semed Mihemed serokê konseya bala ya parastina jîngehê civiya.

Di civînê de ku, nûnerên 14 wezaretên hikûmeta Kurdistanê amade bûn, Semed Mihemed behsa rewşa jîngeha Kurdistanê û giringiya parastina wê kir û got ku, hemû alî divê bi berpirsiyariya xwe rabin û giringiyê bi parastina jîngeha Kurdistanê bikin.

Beşdarên civînê gotûbêj li ser sindoqa parastina jîngehê û çewaniya xerickirina pereyê di Sidoqê de heye di warê parastina jîngeha Kurdistanê de kir. Hemû li ser wêyekê hevfikir bûn ku, ji bona xizmetkirina jîngeh û civakê,  divê sindoqa parastina jîngehê zêdetir bê aktîvkirin.

 

Nûçeyên têkildar