Hikûmet biryar û ewsiyeyên xwe yên salekê dinirxîne

Civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Hewlêrê bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîr, di bin serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê de civiya.
Di destpêka civînê de Nêçîrvan Barzanî behsa serdana xwe û şandeya pê re bo Bexdayê kir û got: ”Serdana me bo Bexdayê li ser biryara civîna aliyên siyasiyên Kurdistanê bû. Li Bexdayê em digel serokwezîrê Îraqa federal û aliyên din yên Îraqê civiyayîn û me ji wan re got ku, em hatine Bexdayê daku pirsgirêkan çareser bikîn. Me hertim xwestiya bi rêya danûstaninan û diyalogê hemû arîşe bên çareser kirin. Me lihevhatineke heft madeyî digel hikûmeta Bexdayê îmza kir. Lê hemû pirs û arîşe di nava şev û rojekê de çareser nabin.”
Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftina xwe de got ku, wan ji serokwezîrê Îraqê û aliyên din yên îraqî re gotiye: ”Me bi hev re Îraq li ser sê stûnên serekeî; hevbeşî, hevsengî û Tewafiqê avakiriye û divê em bi rastî jî di rêvebirina welêt de hevbeşên rasteqîne bin.”
Herwesa, serokê hikûmetê tekîd li ser wê yekê kir ku, herêma Kurdistanê hertim xwestiye hemû pirs bi rêya danûstandinan çareser bibin û ya divî warî de ketiye ser milên herêma Kurdistanê kêmasî nekiriye. Barzanî got ku, komîteyên hevbeş bo cîbicîkirina madeyên rêkeftinê hatine pêkanîn.
Paşî bernameyê civînê dest pê kir û peyrewê bajarên pîşesazî ji aliyê wezareta bazirganî û pîşesazî ve hat pêşkeş kirin û piştî beşdarên civînê ew peyrew minaqeşe kirî ji aliyê beşdarbûyan ve hat pesind kirin.
Civînê biryar da pirogramê xwendina îsalmî li zanîngeh û xwendingehên îslamî û ehlî di berçavan re bê derbas kirin û ji bona vê yekê jî komîteyên taybet hatin pêkanîn.
Civînê biryar da civîna bê ya civata wezîran taybet be bi nirxandina biryar û tewsîyeyên kabîneya heftem ya hikûmeta Kurdistanê be




