26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Encamên hilbijartinên Iraqê eşkere bûn û Kurdan 6 kursî bidestve anîn

Çavkanî: KDP.info

Bexda-KDP.info/ komisyona bilinda serbixoya helbijartinên Iraqê duhî encamên helbijartinên civata 12 parêzgehên Iraqê ragehandin ku lîsta hevpeymaniya birayetî û pêkve jiyanê ya Kurdan 6 kursî bi destve ênan, li Bexda kursiyek, û li Wasit kursiyek, li Selaheddîn kursiyek û li parêzgeha Diyala 3 kursî.

Karbidestên komisyona hilbijartina Iraqê dibêjin ku lîsta serokwezîrê Iraqê Nûrî El Malikî li heft parêzgehên Îraqê piranîya dengan bidest xist.

Lîsta Dewleta Qanûnê ya Malikî bi taybet li parêzgehên Bexda û Besrayê serkeftineke berçav tomar kir.

Encamên fermî, ku roja Şembî hatin eşkerekirin, gelek wek encamên destpêkî bûn, ku li heftîya bihurî hatin ragihandin.

Nûçeyên têkildar