Îsraîlê êrîşî Şamê kir

Ajans-KDP.info/ Medya Sûrî daxuyanîkirin ,ku şeva şemiyê li ser yekşemê Îsraîlê bi mûşekan êrîş bir ser Navendeke perwerdeya leşkerî ya li Şamê paytexta Sûriyê.
Bi gotina xelkê Şamê li wir çend teqînên xurt hatin pêkanîn û di encamê agir bi deverê ket.
Roja înê jî balafirên cengê yên Îsraîlê ji esmanê Libnanê êrîşî firokxaneya Dîmeşqê kirin û çend mûşekên tektîkî yên Fetih 110s rûxandin .
Ajansa Assşeyted Prêss li ser zimanê çavkaniyekê ji desthilata Îsraîlê ragihand ,ku Îsraîlê lêdana qada Sûryê tekez kir .Armanca prosêsê karwanê çekên ,ku ji partiya Hizbulah re dihatin rêkirin ,bû.




