26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Hewldanên standina baweriyê ji Malikî berdewamin

Çavkanî: Kurdistan TV

 

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di barê meseleya standina baweriyê ji Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî de diyar kir ku, hewldanên heyî yên ji bo standina baweriyê bi awayekî demokratîk ji Serokwezîrê Îraqê berdewamin.

Serok Barzanî di beşeke din ya peyama xwe de ya ku, li ser facebookê hatiye weşandin diyar kiriye ku, nameya Serokkomarê Îraqê û zêdetir ji 170 îmzeyên komkirî amadene û hêzên Îraqî dixwazin pêşiya Dîktatoriyetê li Îraqê de bigirin û em jî weke Kurd bi tewahiya hêza xwe ve piştgîriya wan hêzên han dikin.

Serok Barzanî behsa vê yekê jî kiriye ku, eger kêşeya demokrasî li Îraqê de bi awayekî rastîn çareser bibe vê demê kêşeyên heyî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî çareser dibin lê bervajî eger kêşeya demokrasî çareser nebe vê demê kêşeyên heyî jî çareser nabin û di demeke wisa de jî Kurd neçar dibin rêbazên din bigirine ber xwe û min pêştir jî diyar kiribû ku, em bi ti awayî li ser mafên Gelê Kurd û paşeroja Gelê Kurd ti tewîzekî nadin.

Nûçeyên têkildar