26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Heke Turkiya mafê kurdan nedet dê sînorên wê hêne gohurrîn û kurd neçarinîne li gel bijîn

Çavkanî: KDP.info

Turkiye-KDP.info/ Rojnamevanê navdarê kurd li Turkiya Eyub Burç ragehand, doza kurdî li bakûrî Kurdistanê kefitî ye qûnaxeka nûda û rewşa rojihelata navîn dewleta Turkiya neçarikirî ye pênigavên bilez li hember çareserkirina kêşa kurdan pavêje, hikûmeta Turkiya du rê li hember hene, yan divêt înkara kurdan rabigire û bi dirustî bibe dewleteka dîmukiratî yan jî dê cîhan sinurê Turkiya bigohirre û kurd neçar nîne di çiwarçuvê Turkiya da bijîn, herwesa diyarkir, ku bihara kurdî eve mêje destpêkirî ye û berî bihara erebî bihara kurdî çêbûye.
Eyub Burç di daxûyeniyekê da bo Evro diyarkir, ez di wê baweriyê da me ew pênigava ku ji hêla Ebdulla ocelan hatî ye havêtin gaveka stiratîjî û cidî ye, wekî wî jî li peyama xwe da ya li newrozê hatî ye weşandin xweyakirî ye, têkuşîna gelê kurd hatî ye qûnaxeka nû li tevaya rojihelata navîn da doza gelê kurd gehiştî ye astekê pêşkeftî, ew jî ji encamê rêkxistin û têkuşîna gel bûye û hêzên çekdar jî gehişt wê baweriyê ku êdî bi şerrê çekdarî serinakevin, gerîla jî gehiştin wê baweriyê nikarin bi şerê çekdarî hikûmeta Turkiya têkibden û herfînin, gel rabûye serxwe û dewleta turik jî neçarbûye vê pênigavê bi pejirîne, bi dîtinamin du rê li hember dewleta Turkiya hene, rewşa cîhanê û rojhelata navîn weha dixwaze ku êdî Turkiya bi înkara kurdan neşêt li ser rûyê erdî bijît, vêca ewjî neçare xwe bigohurrîne, ew pêşkeftinên rojhelata navîn bi xwe ve dîtî çu li Iraqê û Sûriya han li welatên din ew yek selmandî ye Turkiya siyaseta xwe li hember kurdan bigohurre û Turkiya bi dirustî bibe welatekê dîmukiratî û kurdan wekî netewe qebûl bike, bi azadî bijîn, yan jî divêt sinur bihêne gohurrîn, wate Kurdistan neçar nîne li gel Turkiya bijît, vî demî dê sinurên Turkiya bixwe were goherrtin ".

Eyubî gotjî "raste rewşa sûriya bandora xwe liser rewşa nafixoya Turkiya heye, belê pirsa kurdan zor peywendî bi bihara erebî ve nîne, lê gelê kurd çiwar caran hindî misrê her roj li ser piyane û xwenîşandanan dikin, bihara kurdî eve li mêje were destpêkirî ye, mixabin duniyayê ew bihara kurdî nedidît, çu dezgehê rigehandinê û çapeniyê nebûn nîşanî cîhanê biden, bi sedan siyaset medarên kurdan di zîndanandane, hizaran welatiyên kurd hatine girtin, sedan hizar kurd li ser cadeyan di meşin, eger bihareka dirust li rojihelat navîn hebe eve çu goman têda nîne, serdemê xebata dîmukiratî li bakurê Kurdistanê destpêkirî ye û ez nabêjim qeza bela nahêne serê pekekê û vekêşana gerîla bo nava herêma Kurdistanê, belê taze qûnaxeka nû destpêkirî ye û encamên wê jî dê diyar kevin, eve rast nîne demê turik dibêje pekekê çek berda êdî ew arîşe bi dûmahî hat, berovajî dê xebata sivîl pitir çekdariyê dewam bike ".

Nûçeyên têkildar