26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Demîrtaş: Em bi hikûmetê ra çu bazarê li ser mafên rewa yên gelê kurd nakin

Çavkanî: KDP.info

Bakêrê Kurdistanê-KDP.info/ Hevserokê BDP ragehand ku pirosîsa aştiyê li gel hebûna kêmasiyan jî bi rengekî baş pêş dikeve û bizava kurdî di pirosîsa aştiyê da çu bazarekî li ser mafên gelê kurd naket û bi zivirindina mafên rewa yên gelê kurd dê aştî li Turkiya dirust bibe.


Hevserokê BDP Selahedîn demîrtaş di dîdareka taybet da bo rojnama Evro diyarkir ku pirosîsa aştiya ku niha destpêkirî ye berdewamiya hevdîtin û danûstandinên Osloye, vekêşîna gerîlayên parta karikerên Kurdistanê bo vekirina dergehê aştiyê û avakirina zemîneka bi hêz bo dîmokirasiyê û siyasetêye û got: (bo bi başî birêveçûna qunaxa aştiyê pêdivî ye hikûmeta Turkiya pênigavên demokratîk kirina Turkiya bi lez bi havêje û daxwazyên gelê kurd qebûl bike, ew yek bo aştiyeka berdewam û çarekirina pirsa kurdî gelek giring e).


Selahedîn demîrtaş di pişkeka dî ya axivtina xwe da jî ragehand ku aliyê kurdî di aştiyê da xwedan îradeyeka bi hêze û yekgirtî ye û got:

(vekişîna hêzên gerîla ji bakurê Kurdistanê û Turkiya nîşana herî mezin ya îrade û mezinahiya hêza kurdane û hindek alî li Turkiya û bakurê Kurdistanê ne razîne ji vekêşîna hêzên gerîla û ew alî ji aştiyê ditirsin û aştiyê wek nemana xwe dibînin).


Hevserokê BDP ew yek jî aşikira kir ku dewlet û hikûmeta Turkiya çend rast û dirust nêzîkî qunaxa aştiyê bibin, dê ew hinde destê aştiyê bi hêz bibe û got: (gelê kurd destan ji mafê xwe bernadet û di vê qunaxê da dê bi siyaset û bizava berfireh ya gel xwe bigehîne azadî û mafên rewa yên xwe ku ew bi dehan sal in ji kurdan hatine wergirtin).


Li ser daxwaziya vegeriyana welat ya hozanê navdarê kurd şivan perwer jî demîrtaş diyarkir ku ji aliyê parta wan û gelê kurd ve çu astengek li hember hatina şivan perwer nîne û gelê kurd herdem berheve wek hozanekivanekî gel pêşiwazyê li şivan perwer bike.
 

Nûçeyên têkildar