26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Îsmaîl Beşikçî kir

Çavkanî: KDP.info

li Hewlêrê Serokwezîrê hikûmeta Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nivîskar û hizirmendê navdarê Tirkiye û dostê gelê Kurd briêz Îsmaîl Beşikçî kir.

Di hevdîtinekê de ku hijmareke Nivîskar û Rojnamewan jî tê de amadebûn, Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê kêfxweşiya xwe a li hember serdana Mamoste Beşikçî bo Kurdistanê diyar kir û spasiya dezgeha xêrxwazî ya Barzanî jî kir ku, Mamoste devetî Kurdistanê kiriye.Serokwezîrê Kurdistanê eşkere kir ku, raste ev yekemîn care bi awayekî rasterast Mamoste dibîne lêbelê ev demeke dirêje ku, jiber xwendina Pirtûk û nivîsên vî, ew dinase û hizr û ramanên vî bi başî dizane bi taybetî ramanên vî yên di derbarê dadperwerî, mirovdostî û Kurdperwerî de ramanên vî dizane û got: Gelê Kurd serbilinde bi vê ku, dosteke weke Mamoste Beşikçî heye û gelek rêz jê digire.

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kêfxweşiya xwe li hember hilweşandina qedexeya serdankirina Beşikçî bo Derveyê Tirkiyeyê û çapkirina Pirtûkên wî diyar kir û herwiha kêfxweşbûna xwe li hember vê yekê jî nîşan da ku, yekemîn serdana Mamoste bo Derveyê Tirkiyeyê b Kurdistanê bûye û hêvî xwest ku, tevahiya Pirtûkên vî bi awayekî baş bi her du zimanên Kurdî û Tirkî werin weşandin.

Di Hember de jî Îsmaîl Beşikçî jî kêfxweşiya xwe a li hember serdana xwe bo Kurdistan û hevdîtina xwe bi Serokwezîrê Kurdistanê re diyar kir û spasiya dezgeha xêrxwazî ya Barzanî kir ku, ev serdana han organîze kiriye.

Navhatî eşkere kir ku, min serdana her sê Parêzgehên Kurdistanê û Devera Barzanê jî kir û min dît ku, Kurd gelek bipêş ketiye û doza Kurd jî pêşkeftinên gelek girîng bidest xistiye.Çavkanî eşkere kir ku, li Tirkiyeyê jî pirsa Kurd bi pêşketiye lêbelê pêwîste tevahiya mafên rewa yên Gelê Kurd li Tirkiyeyê de jî werin gerentîkirin.

Îsmaîl Beşikçî di dawiya axaftinên xwe de çend pirtûkek jî pêşkêşî Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê kir.

Di dawiya hevdîtina han de jî Nêçîrvan Barzanî eşkere kir ku, vê şaxeke weqifa Beşikçî li Hewlêrê vedikin û tevahiya berhemên vî bi her du zimanên Kurdî û Tirkî amade dikin û hêvî xwest ku, Mamoste bikarêbe piştî bidawî hatina vê projeyê careke din wegere Kurdistanê

Nûçeyên têkildar