Serokê Herêma Kurdistanê serkeftina hilbijardeya Kurdistanê pîroz kir

Di birûskekê de Serokê Herêma Kurdistanê serkeftina hilbijardeya Kurdistanê pîroz kir, eve tekesta wê ye:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Ji bo serkeftina hilbijardeya Topapiyê (Football) Kurdistanê û bi destanîna nasnavê palevanêtiya(Şampiyoniya) cama(kupaya) cîhaniya VIVA, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî Serok û Desteya Birêvebirina Yekîtiya Navenda Topapiyê Kurdistanê û rahêner û yek bi yek hemû lîstikvanên hilbijardeyê û tevahiya Kurdistaniyan dikim.
Ev serkeftina hilbijardeya Topapiyê Kurdistanê serkeftinekî dîrokiya mezine neku her ji bo Herêmê belku ji bo tevahiya Kurdistaniyan ku pêwîste em hemû şanaziyê pêve bikîn û ji bo wan hêviya berev pêşveçûnên zêdetir bixwazîn.
Li roja îro da werzîş rolekî berbiçav li bilindkirina nav û dengê Herêmê de dibîne, ji bo wê yekê bi hemû şiyaneke xwe ve piştevaniyê li berev pêşbirina hilbijardeyê û tevahiya beşên werzîşî dikîn da ku li ser destên werzîşkarên Kurdistanê û li hemû warên werzîşî da serkeftinên zêdetir bêne tomar kirin.
Li gel rêz û xweşdiviyên min
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
11/06/2012




