26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fuad Husên: Serokayetiya Herêmê li gel encamdana hilbijartina Encumena Parêzgehan da ye

Çavkanî: KRG.org

Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê îro dûşem 11/06/2012 li daxuyaniyek de ragihand ku Serokayetiya Herêmê li gel encamdana hilbijartina Encumena Parêzgehan da ye û ji bo destnîşankirina dema encamdanê jî li ser aliyên pêwendîdaran pêwîste her kêşe û giriftekî yasayî û teknîkî çareser bikin.

Fuad Husên li dirêjahiya daxuyaniya xwe de got: Eger yasaya hilbijartina Encumena Parêzgehên Herêmê kêşeya yasayî têda hebê û hemwarkirina wê yasayê girifta teknîkî lê bikevê ku bibê sedema paşxistina dema encamdana hilbijartinê, ewe pêwîste Parlemen û Hikûmeta Herêmê bi hevkariya aliyên pêwendîdaran hewla çareserkirina wan kêşeyên yasayî û giriftên teknîkiyan bidin û paşê dema encamdana hilbijartinê destnîşan bikin, ku ew hemû kar û erk li stûyê wan da ye.

Nûçeyên têkildar