26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Adil Berwarî: Bawerî bi Malikî nemaye

Çavkanî: KDP.info

Şîretkarê berê yê Nûrî Malikî dibêje, Celal Talebanî serok komarê Iraqê û Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bi bê çavdêrîya navdewletî bi Malikî re rênakevin ji ber ku ew peymanên xwe bi cih nahêne.

Di evê derbarê de Adil Berwarî ragihand, ku "Bawerî bi Malikî nemaye, ez ne di wê bawerîyê de me ku serok Barzanî û Talebanî bi tenê bê lîsta Iraqîye û rewta Sedir bi Malikî re rêbikevin, ji ber ku ev alîyên han bûne yek bere û yek hêz".

Herweha Berwarî got, "Heger Kurd bi tênê bi Malikî re rêbikevin, wê demê dê rêkevtina navbera Kurd û Iraqîye û Sedir hilweşe û eve jî ne di sûda milletê Kurd de ye."

Berwarî weha jî nîşanda, "Bi nerîna min be serok Barzanî û Talebanî gelekî rijdin li ser rêkeftina navbera Kurd û Şîeyan û Suneyan û gerek gerentîyeka navdewletî xwedî desthilat be navbera wan çavdêrîyê bike, wê demî  lîsta Iraqîye û Sedir  jî pê re be û rêkevtin bihê kirin".

Nûçeyên têkildar