Sedir, vekşandina bawerîyê ji Malikî ji nû ve destpêkiriye

Serokê rewta Sedir "Muqteda Sedir" ragihand, ku pêkolên vekşandina bawerîyê ji "Nûrî Malikî" serokê hukûmeta Iraqê dawî pê nehatîye, lê ji nû ve destpêkiriye.
Herweha Muqteda Sedr da xuyakirin, ku Malikî nikare tola ewan kesan hilde ku daxwaza vekşandina bawerîyê ji wî kirine.
Li gor nûçeyeka "SumeriyeNews", Muqteda Sedr di bersiva pirseke alîgirê xwe de di derbarê gotinên Malikî de ku gotibû mijara vekşandina bawerîyê dawî pê hatîye, weha ragihandiye, ku pêkolên "vekşandina bawerîyê ji Malikî niha despêkir".
Muqteda Sedr di bersiva pirseke din de ku gelo dê Malikî tola wan kesan hilde ewên muhr li ser vekşandina bawerîyê ji wî kirine û bi taybetî jî alîyê Sedr, serokê alîyê Sedr dibêje: "Malikî ew şîyan nîne ku tolê li ewan kesan hilde ku îmza li dijî wî kirine."




