Kesayetîyekî Kurd serokatîya Encumena Niştimanîya Sûrîya dike

Encumena Niştimanîya Sûrîya akademîkê Kurd Abdulbasit Seyda wek serokê nû destnîşan kir.
Di kombûnekê de li Stenbolê roja Yekşemê, endamên Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê birêz Seyda wek serok hilbijart.
Di gotarekê de bo peyamnêran, Seyda got ku pêdivîye encûmen li ser dê ew reformê di nava encûmena niştimanîya Surya de bikin.
Serokê encûmena niştimanîya Surya Ebdulbasit Seyda di hevdîtinekê de bi BBC a Erebî re ragihand, ku ew diyalogê bi rejîma Surya re nakin, ji ber ku rejîma Surya her roj tawanê li dijî gelê Surya encam dide.
Got jî: dê danûstandinên me di derbarê çewanîya nemana rejîma Surya de be.
Seyda cihê Burhan Xelyon digire, ku li meha bihurî dest ji posta xwe berda piştî rastî rexneyên tund hat jiber çewanîya birêvebirina Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê.
Çalakvanên Ereb yên opozisyonê hêvî dikin ku bi helbijartina Kurdekî jibo posta serokê Encûmena Niştîmanî ya Sûrîyê, piştgîrîya Kurdên Sûrîyê bidest bixin.




