Kombûna Hewlêrê: bi rêya destûrê bawerî ji Malikî tê standin

Duhî Hevpeymanîya Kurdistanî, lîsta Eliraqîyye û alîyê Sedr bi serpireştîya Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê li Hewlêr a paytextê Kurdistanê bi hev re kom bûn û li ser rewşa siyasîya Iraqê û ragirtina daxwaznameya vekşandina bawerîyê ji Malikî ji alîyê Celal Talebanî serok komarê Iraqê ve guftûgo kirin.
Alîyê beşdarbûyî piştî kombûnê beyannameyek jî belav kirin û tê de tekezî li ser berdewamîya pêkolên xwe bo ji ser kar rakirina Nûrî Malikî kirin.
Di kombûê de gişt alîyên beşdarbûyî tekezî li ser pabendbûna xwe bi bi kar anîna rêkarên destûrî û qanûnî bo vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî kirin û têbînîyên xwe li ser ewan şêwazan dan xuyakirin ku Nûrî Malikî bo vemana di desthilatê de û binpêkirina rêkarên destûrî bo çareserkirina krîza siyasîya Iraqê û sanîna sînorekê bo takrewî di desthilatê de û guhartina prosesa siyasî û demokrasî li welat û penah birin bo şeqam wek amrazeke gef û handanê, penahê bo dide û bi kar dihîne.
Bo rûbirûbûna ewan hewlêan, di kombûnê de biryar hat dan ku hewl bi rêya parliyamenta Iraqê û rêyên qanûnî bihê dan bo rûbirûbûna desthilatdarîya takrewîyê di rêvebirina hukûmetê de.
Herweha biryar hat dan ku lêpirsîn ji hemû ew binpêkirinan bihê kirin, ku li beramber parliyamenteran ve dihên kirin.
Kombûnê herweha gişt fişarên ser pirsa vekşandina bawerîyê jî riswa dike.
Ji alîyekî din ve di evê kombûna îro de, alîyan biryar dan, ku nameyekê arasteyê serok komar bikin û tê de tekezî bikin ku ew îmzayên parliyamenteran rast û dirustin û herwiha ew hejmar bo vekşandina bawerîyê ji serok wezîr ji alîyê destûrî ve tewaw e.
Di kombûnê de tekezî hate kirin, ku piştî Malikî, dê posta serokatîya wezîran her bo Hevpeymanîya Niştîmanî ya Şîeyan be.




