Pêşibînî dihête kirin ev sale bihayê wergirtina genimî bihête zêdekirin

Dihok-KDP.info/ Rêveberê giştî yê çandinê li parêzgeha Dihokê bo Evro diyarkir ku wezareta barzganiya Îraqê ragehandî ye ev sale bihayê wergirtina genimî dê bi rêja 10% hête zêdekirin û li bere 25/5 saylu dest bi wergirtina genimê cotiyaran bikin.
Dr. Lezgîn Hecî Esaf rêveberê giştî yê çandinê li parêzgeha Dihokê diyarkir ku hêşta bi fermî çi negehiştî ye wan, lê pêşibînî dihête kirin bihayê kirrîna genimî ji cotiyaran bihête zêdekirin, bo nimûne heke li sala borî tena genimê pile yek bi 700 hizar dînaran ji cotiyaran hatibe wergirtin, ev sale dê bi 800 hizar dînaran hête wergirtin û got: "pêşibînî dihête kirin ev sale heta 160 hizar tenên genimî bihên, çunku gelek baran barîne, lewra dê berhem yê baş be."
Navihatî xûya jî kir ku saylwyên parêzgeha Dihokê şiyanên wergirtina 120 heta 130 hizar tenên genimî hene, belê dê li rûviya meydanek hête dirustkirin bo wergirtina genimê cotiyaran û dê 20 heta 30 tenan wergirît û got: "niha berhevî bo destpêkirina werzê durînê yê dihêne kirin."




