Washington piştgîriya serdana şanda Kurdistabê bo Baxdadê dike

Hewlêr-KDP.info/ Wîleyetên Yekgirtîyên Emerîka pêşwazî li serdana şanda Kurdistanê bo Bexdadê ya bi serokatîya serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û herwisa kombûna navbera Nêçîrvan Barzanî serokweîzrê Kurdistanê û Nûrî Malikî serokwezîrê Iraqê dike.
Jêdereke nêzîk ji konsulxaneya Emerîka ya li Hewlêrê ji ajansa PNA re ragiahnd, ku berpirsên Wîlayetên Yekgirtîyên Emerîka li gel serkirdeyên siyasîyên hemû pêkhateyên Iraqê bo handana pêngavên erênî wek evê pêngavê bo hêwirkirina arîşeyên niha, di peywendîyeke nêzîk de bûn.
Evî jêderî herwisa ragiahnd: " Em hemû alîyekê han dideyn ku weke derfetekê bo dirustkirina kirdarên erênî bo aştevayîya niştîmanî, berê xwe bidin kombûna 29 Nîsanê ku hêzê dibexşe Iraqê bo zalbûn bi ser hereşeya terorîsmê û bihêzkirina dezgehên demokrasîyên welat û geşedna bi xoşguzeranîya hemû Iraqîyan."




