Li Swêdê şandeya Kurdistanê serdana parlamento û wezareta derve kir

Swêd-KDP.info/ Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê ku, ji Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê, Kawan Cemal cîgirê berpirsê têkeliyên derve û Hêriş Xole nûnerê hikûmeta Kurdistanê li welatê Swêdê pêk tê, serdana parlamentoya Swêdê kir û ji aliyê grûpa parlamenterên Swêdê bo piştevanita pirsa kurdî ve hatin pêşwazî kirin.
Di civînekê de, Felha Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê behsa rewşa siyasîya Îraq û Kurdistanê kir û helwestê herêma Kurdistanê li hember kirîza siyasiya Îraqê ji parlamenterên swêdî re zelal kir.
Mistefa daxwaz ji parlamenterên swêdî kir ku, di warê pêşdebirina pirosesa demokrasiyê de alîkariya herêma Kurdistanê bikin. Herwesa sipasiya parlamentoya Swdêdê kir ku karesatên kîmiyabaran û enfalên bi serê gelê kurd de hatine weke jênosîda nas kirin.
Girûpa parlamenterên swêdî got ku, ew dê berdewam alîkariya herêma Kurdisdtanê bikin û pirosesa demokrasiyê li wî welatî pêşde bibin û tecrûbeya parlamentariya swêdî bo herêma Kurdistanê veguhêzin.
Di heman rojê de, li Stokholma paytexta Swêdê, şandeya herêma Kurdistanê ji aliyê Bion Lerwal berpirsa karûbarên siyasî li wezareta derve ya Swêdê hatin pêşwazî kirin û di dîdarekeê de behsa kirîza siyasiya Îraqê hat kirin.
Şandeya hikûmeta Kurdistanê tekîd li ser rol û giringiya welatê Swêdê weke endamek çalak di Yekêtiya Ewropa de bo serxistina pirosesa demokratîk û siyasî li Îraqê di vê qonaxê de kir.
Berpirsa karûbarên siyasî li wezareta derve ya Swêdê, pîrozbahî li şandeya hikûmeta Kurdistanê kir û bi fermî nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê li Stokholmê vekir û got ku ew amadene têkeliyên xwe bi herêma Kurdistanê re berfirehtir bikin.
Her du aliyan behsa têkeliyên herêma Kurdistanê bi welatên cîran re, rewşa Suriyeyê û pêvajoya aşitiyê li Tirkiyeyê kir.
Şandeya herêma Kurdistanê, her li Swêdê, ji aliyê komîteya Hefkariya hêzên siyasiyên Kurdistan û federasyona komeleyên Kurdistanî li Swêdê ve hat pêşwazî kirin û di dîdarekê de rewşa siyasiya Îraqê, Kurdistanê û herêmî gotûbêj kirin.




