26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Li Stokholmê şandeya hikûmeta Kurdistanê serdana nûneratiya hikûmetê û sefareta Îraqê kir

Çavkanî: KDP.info

Stokholm-KDP.info/ Bi armanca jinêzîk ve haydarbûn li ser kar û xebatên nûneratiya hikûmeta Kurdistanê, Felah Mistefa berpirsê têkeliyênderve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, duhî li bajarê Stokholma paytexta Swêdê hevrê digeê cîgirê xwe Karwan Cemal serdana nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li Stokholmê kir û ji aliyê Hêriş Xole nûnerê hikûmeta Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Di dîdarekê de berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta Kurdistanê tekîd li wê yekê kir ku, tevî karê nûneratiyê ji bo xurtkirina têkeliyan bi saziyên fermiyên welatê Swêdê re, divê nûneratiya hikûmeta Kurdistanê nûneratiya hemû xelkê Kurdistanê û pêkhateyên wê be û bi hemû şiyanên xwe ji bona avakirina pirekê di navbera revenda kurdistanî li Swêdê û hikûmeta Kurdistanê de bixebite.

Her di heman rojê de, şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê serdana sefareta Îraqê ya li Stokholmê kir û ji aliyê Hisên Emîrî sefîrê Îraqê yê li Swêdê ve hat pêşwazî kiri û di dîdarekê de behsa kirîza siyasiya Îraqê û mekanîzma karkirinê di navbera sefaret û hikûmeta Kurdistanê de hat kirin.

Nûçeyên têkildar