25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobler: Serdana Barzanî bo Bexdayê girîng û bi bandor e

Çavkanî: KDP.info

Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Martin Kobler, derbarê serdana Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî ya bo Bexdayê de got: ‘’Neteweyên Yekbûyî pêşwaziyê li her hewldanekê dike ku armanc çareserkirina pirsgirêk û aloziyan be li İraqê.’’

Kobler ragehand ku ew wek Neteweyên Yekbûyî serdana çaverêkirî ya Nêçîrvan Barzanî bo Bexdayê û encamdana hinek civînan ligel berpirsên hikûmeta federal a Bexdayê wek pêngaveke girîng dibînin.

Hêjayê gotinê di civîna Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya doh ligel nûner û wezîrên Kurd li Bexdayê de, biryar hat dayîn ku şandeke bilind a Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda bike û ligel Serokwezîr Nûrî Malikî û berpirsên din ên İraqê bicive. Jêder Basnews

 

Nûçeyên têkildar