26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Franko Fratînî: Îtalya kar ji bo ewe dike daku di demeke nêzîk de Konsolxaneya xwe li Hewlêrê veke

Çavkanî: KDP.info

Duhî yekşem 28/04/2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya Franko Fratînî Wezîrê berê yê Derveyê Îtalya kir.

Li wê hevdîtinê de Wezîrê berê yê Derveyê Îtalya xweşhalî û sosretiya xwe bi serdana xwe û sirûşta xweşika Herêma Kurdistanê derbirî û balkişand li ser wê yekê ku eve yekem serdana wî ye û got: Welatekî we yê xweşik heye û gelek jî avadane, lê belê bi sedema wan hemû êşên ku milletê we li pêşerojê de kişandiye hêjayî wê yekê ku zêdetir xizmet bê kirin.

Her wiha xweşhaliya xwe bi wê pêwendiya taybetiya li navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê da heye, nîşan da û balkişand li ser wê yekê ku kar ji bo ewe dikin daku di demeke nêzîk de Îtalya Konsolxaneya xwe li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê veke.

Li mijareke dinê hevdîtinê de Wezîrê berê yê derveyê Îtalya gumana xwe li hember kêşeyên navbera Bexda û Hewlêr û rewşa siyasiya Bexdayê nîşan da û got: Rewşa siyasî li Bexda li astek da ye, ku nayê zanîn li gel kî muamele bê kirin.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina wî kir û xweşhaliya xwe bi pêwendiyên di navbera her du aliyan de nîşan da û hêvî xwest li warê aborî û bazirganî û çandiyê ve zêdetir geşbûnê bi xwe ve bibîne, ku li xizmeta her du gelê Kurd û Îtalya da bê.

Li mijareke dinê hevdîtinê de Serok Barzanî behsa rewşa Iraqê bi giştî kir, ku li rewşeke metirsîdar daye û got: Hikûmeta Federal li dabînkirina xizmetguzariyê serekiyan û asayîş û dirustkirina pêwendiyên hevseng li gel cîranan da serketî nebûye û artêşa Iraqê jî heta niha nebûye artêşeke nîştimanî û li rêjeya beşdariya pêkhatên Iraqê li rêzên wê da ne hevsengî heye.

Her pêwîst bi paşaroja Iraqê Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku li sayeya wê siyaseta hikûmeta Iraqê de tu asoyekî ronak nayê dîtin û eger rewş bi vî awayî berdewam bibê wê demê Iraq berev heldêr ve diçe

Nûçeyên têkildar