25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî li gel nûnerên Kurd li perleman û hikûmeta Iraqê civiya

Çavkanî: KDP.info

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê duhî roja yekşemiyê 28.04.2013ê digel kutleyên kurdistaniyên nav parlamentoya Iraqê, wezîrê kurd yên hikûmeta Îraqê û partiyên siyasiyên kurdistanê civiya û di civînê de kirîza siyasiya Iraqê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê nirxandin.

Di civînê de biryar hat dan ku şandeyeke bala li ser navê herêma Kurdistanê bi seroaktiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê serdana Bexdayê bike bi berpirsên Iraqê re pirsên hilawîstiyên navbera Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê, bi awayekî ku, di berjewendiya tev pêkhateyên Iraqê de be, çareser bikin.

Civînê tekîd li ser wê yekê kir ku, divê şandeya herêma Kurdistanê bi awayekî cidî, vekirî û raste rast digel serokwezîrê Iraqê Nurî Malikî, Hevpeymaniya Niştimanî, lîsteya Îraqiye û aliyên din yên pirsgirêkan minaqeşe bikin û rêyên çareseriyê jê re bibînin.

Herwesa civînê biryar da ku, dema şandeya hikûmeta Kurdistanê ji Bexdayê vedigere careke din digel aliyên siyaiyên herêma Kurdistanê bicivin û li gor encamên serdanê bo Bexdayê û civîna digel serokwezîrê Iraqê, biryara dawiyê bidin

Nûçeyên têkildar