Rojnamegirya Birîtanya ji Helebçeyeke nû li Sûriyê hişyar kir

Ajans-KDP.info/ Hemû rojnameyên Birîtanya bang li civaka navnetewî kirin ku bi hêzê destêwerdine Sûriyê, piştî ku hate pişt rast kirin ku rêjîma Sûriyê li dijî sivîlan çekên Kîmawî bi kar anîne, her wiha komkujiya Helebçeyê yê ku rêjîma Baas a têk çûyî li Êraqê li dijî gelê Kurd kiriye bi bîranîn û ji civaka navnetewî xwestin ku rênedine, li Sûriyê jî komkujiyeke wiha rû bide.
Rojnameya Tayîmzê di goyara bi navê : xêzika Sor a Sitûr a sereke de roja şemiyê nivîsan di bû, ku şerê li Sûriyê diqewimê piştî bikaranîna çekên Kîmawî gihîşte asteke nema jê veger dibe.
Rojnama Vaynanşêl Tayîmzê tomarkirinek balav kir ku têde, bi eşkereyî diyar dibe ku rîjîma Sûriyê Gaza Sarîn li dijî Sivîlan bikar aniye.




