26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Dê Nêçîrvan Barzanî vê hefteyê serdana Bexdayê bike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Mueyed Teyib peyvdarê hevpeymaniya Kurdistanê li perlemanê Iraqê bo Evro diyar kir ku, biryare îro Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê li gel nûnerên Kurd li perleman û hikûmeta Iraqê bicive, da ku behsa aloziyên vê dûmahiyê yên Iraqê û kêşên di navbera herêm û Bexda bêne kirin.

 

Teyib dîsa diyar kir ku biryare di vê hefteyê de Nêçîrvan Barzanî bi serokatiya şandekê berev Bexdayê birêkeve bi merema encamdana danûstandina li gel berpirsên hikûmeta Nûrî El Malikî û dîtina çareyan bo kêşên di navbera Kurd û Bexda de.

 

Ji aliyekî dî ve Teyib amaje bi wê yekê jî kir ku baykuta Kurdan di perlemanê Iraqê de ya berdewame û got: " Îro Kurd pişkdariyê di kombûna perlemanê Iraqê de nakin ku civîneka ne asayî ye li dor rûdanên vê dûmahiyê yên Iraqê."

 

Nûçeyên têkildar