Li Iraqê di encama erîşa şerkaran de 10 leşker jiyana xwe ji dest dan

Bexda-KDP.info/ Li Iraqê her diçe şerê navbera Şîe û Sineyan dijwartir dibe, duhî şemiyê li nêzîkî Bexdayê di encama erêşeke şerkeran de ne kêmî 10 leşker bue qurban.
Erîş li ser fona pevçûnên xwepêşandanên sunî yên li dijî hukmetê hate pêkanîn. Di nav wan pevçûnana de, di mabêna çend rojan zêdetirî 200 kesî jiyana xwe ji dest dane. Nunerê polîsan tekez kir ku li parêzgeha Salahedînê di pevçûnan de ya di navbera xwepêşandana û hêzên ewlekariyê derketin, pênc leşker hatine kuştin.
Fermandeya operasyonên Enbarê hişyarî dide xwepêşanderên Rumadiyê ku, eger heya 24 demjimêran bikujên ew serbazên Iraqê radest nekin ewê bersîveke hişk bidin.
Femandeyê operasyênên Rumadiyê ferîq rukin Murzî Mihlawî ragihand ku: " Pêwîste xwepêşanderên di grevê ya li qada Rumadiyê bikujê ew serbazên wan ku duh hatibûn kuştin radestî wan bikin




