26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Jibo parastina bajêr Pêşmergên Kurdistanê Kerkûk dorpêç kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê Cebar Yawer ragehand ku ji bo parastina can û malê hevwelatiyan ji grupên terorîst, biryar hatiye dayîn Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê her çar aliyên Kerkûkê bigirin û valahiya hejî tejî bikin.

Cebar Yawer tekez kir ku mebesta vê hemleyê jî tenê ew e rê li çekdarên grupên terorîst bê girtin daku nikaribin bikevin wan navçeyan û herwiha hevwelatiyên wan navçeyan û hêzên ewlekariyê ji kar û kirdarên terorîstî yên wan grupan bên parastin.

Di beyannameyekê de ku kopiyek ji Basnewsê re hatiye şandin, Cebar Yawer dibêje: ‘’Piştî şêwir û axaftina ligel parêzgarê Kerkûkê biryar hat dayîn Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wan cihên vala li Kerkûkê û derdora wê tejî bikin, bi taybetî jî herçar aliyên bajarê Kerkûkê. Mebesta vê hemleyê jî tenê ew e rê li grupên terorîst bê girtin daku nikaribin bikevin wan navçeyan û herwiha hevwelatiyên wan navçeyan û hêzên ewlekariyê ji kar û kirdarên terorîstî yên wan grupan bên parastin.’’

Yawer wiha dibêje: ‘’Bi taybetî di van çend rojên borî de û li ser agahiyên îstîxbarata Wezareta Pêşmerge ku ew grup binêt in karên terorîstî yên mezin li wan navçeyan bikin, bi taybetî li nav bajarê Kerkûkê, Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê wek erkê xwe dibîne ku ji bo parastina jiyan û malê hevwelatiyan wê valahiyê tejî bike

Nûçeyên têkildar