Barak Obama: Komkujiya Ermeniyan mezintirîn karesate

Ajans-KDP.info/ Di salroja 98 saliya jînosayda Ermeniyan de, Barak Obama di beyannameyekî de, Komkûjiya Ermeniyan weke mezintirîn karesata sedeya bîstem bi nav dike û Ermenî jî Obama bi pabendnebûna sozên bo jînosaydnasandina Ermeniyan tometbar dikin.
Di beyanameyekî bi boneya 98`ehemîn salroja Komkûjiya Ermeniyan bi destê Împeratoriya Osmaniyan; serokê Emrîka Barak Obama ragihand, Komkûjiya Ermeniyan bi destê Turkên Osmanî di sala 1915`an de, yek ji wan mezintirîn karesatên sedeya bîstem e, lê, Obama xwe ji bikaranîna peyva jînosaydê parast û soza xwe ya sala 2008 sebaret bi jînosaydnasandina vê tawanê cî bi cî nekir.




