26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Komeleya Xwendekarên Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta 37 saliya salvegera damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên xweşdivî dikim. Hêvîdarim li rêya Xebat û zanist û xizmetkirina armancên gelê Kurdistanê berdewam û serketî bin.

Xebata bê rawestana gelê me ya ji bo gihîştina azadî û bi destxistina mafên me yên rewa bûye. We xwendekaran li wê xebat û têkoşînê da rolekî ber bi çav dîtiye û rola we ya niha jî gelek hestiyartir û girîngtire.

Kurdistan gihîştiye qonaxekî girîng û yek alîkere û erkekî girîngê niha ya hemû rêxistinên xwendekar û qutabiyan eweye bi bawerî xwe bûna tevahî ve dijî wan hemû hokaran rawestin ku kar ji bo ne hêvîkirina xortên me dikin û hewl didin îradeya we bişkînin.

Çavê gelê me li ewe ye ku li sengerê zanist û demokrasîxwazî û parastina nasnameya neteweyî da axaftina we ya yekem hebê. Gelêkî xwedî neviyên hişyar û bi bawer hebê paşarojeke geş li benda wî ye.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê

Nûçeyên têkildar