Rejîma Îranê Kurdek din bidarvekir

Rojhelatê Kurdistanê-KDP.info/ Welatiyê Kurd ê bi navê Nezmî Ebasnejad ê ku ji Tilgevera Urmiyeyê bû piştî çar salan di girtîgeha rejîmê ya li Urmiyeyê de ma hate bi dar ve kirin.
Li gor ajansa Firatnews welatiyê Kurd ê bi navê Nezmî Ebasnejad ê ji Tilgevera Urmiyeyê ku di girtîgeha Urmiyeyê de dihat ragirtin, hate darvekirin. Sedema darvekirina Ebasnejad jî weke her carê “karanîna madeyên hişber” hate diyarkirin.
Rejîma Îranê ku di warê pêkanîna cezayê dardakirinê de di cîhanê de welatê duyemîn e, di sala 2012 de cezayê dardakirinê da 580 kesî û ji vana 77 Kurd in. Her wiha ji vana jî 56 kes hatin dardakirin. Ji van 21 kesên ku cezayê dardakirinê li wan hatiye birrîn, 9 kes ji dozên siyasî hatine girtin.




