25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Îmad Ehmed: Me Kurdistan avadan kir û Îraq jî ji diktatoriyê rizgar kir

Çavkanî: KDP.info

Qeladizê-KDP.info/ Bi amadebûna Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê, Hesen Sore cîgirê serokê parlamentoyê, mamoste Aram wezîrê karûbarên şehîd û enfalan, Şêrwan Heyderî wezîrê edaletê û hijmareke parlamenter û berpirsên hizbî û hikûmî û malbatên qurbaniyan, duh 24.04.2013ê di merasimeke bijarte de 39 saliya karesata bombebarankirina Qeladizê li jêr navê (ji rondilkan ber bi hêviyan ve) li bajarokê Qeladizê hat bibîranîn.

Piştî gotara wezareta karûbarên şehîd û enfalan ji aliyê Mamoste Aram ve hatiye pêşkeş kirin, Îmad Ehmed cîgirê serokwezîrê Kurdistanê li ser navê hikûmeta herêma Kurdistanê peyvek pêşkeş kir û di peyva xwe de behsa dîroka bajêr û rola xelkê Qeladizê di xebat û şoreşên kurdistanê de bilind nirxand û got ku, yada karesata bombebarankirina Qeladizê yadeke netewî ye û divê hersal qurbaniyên wê karestê bên bibîranîn:

- Divê em hemû şanaziyê bi wê xebata xwe bikîn ku, piştî serhildanê û bi hîmeta hemû aliyan, me karî welatê xwe di warê siyasî, îdarî û aborî de baş pêşbêxîn û di vê herêmê û deverê de mînakek baş nîşan bidîn û bi serbilindî bêjîn xwîna şehîdên me belaş neçû û ya îro li herêma Kurdistanê bidestve hatiye berhemê xwîna şehîdên Kurdistanê ye.

Cîgirê serokwezîrê Kurdistanê got ku, di sala 1974ê de bi tenê yek zanîngeh li Kurdistanê, li bajarê Qeladizê hebû û ew jî ji aliyê rijêma diktatorya Bassê ve hat bombebaran kirin û wêran kirin, lê nuha 22 zanîngeh, 24 peymangeh û bised hezaran xwendekar li herêma Kurdistanê hene:

- Me Kurdistan avadan kir û Îraq jî ji diktatoriyê rizgar kir.

Piştî merasim bi çend sirudên niştimanî û muzîka kurdî bidawî hatî, kom bi kom beşdarbûyan destkên gulan li ser mezarê şehîdan danan.

Weke tê zanîn di roja 24.04.1974ê de, rijêma Bassê bi çekên qedexekirî bi napalm û fesforî bajarê Qeladizê û zanîngeha wê bombebaran kir û 163 kes şehîd û 25ê jî birîndar bûn ku, piraniya wan xwendekarên zanîngehê û mamoste bûn. Serokatiya hikûmeta herêma Kurdistanê roj 24ê nîsanê kiriye roja şehîdê zanîngehê

Nûçeyên têkildar