26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan Barzanî: Em ji hemûyan baştir di dijwariyên jiyana penaberiyê têdigehin

Çavkanî: KDP.info

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, duhî 24ê nîsanê li bajarê Hewlêrê digel Canêt Lîm alîkara berprisê komisyona bala ya karûbarên penaberan ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve UNHCR civiya û rewşa penaberên Suriyeyê yê li herêma Kurdistanê gotûbêj kir.

Berpirsa UNHCR sipasiya hikûmeta herêma Kurdistanê kir ku, di hewara penaberan diçe, pêşwaziyê li wan dike û hemû pêdawîstiyên jiyanê ji penaberan re li kampa Domîzê ya ser bi wîlayeta Duhokê ve, dabîn kirine û bi awayekî gelek baş jî hevahengiyê digel rêxistina UNHCR dike û daxwaz ji Îraqê û dewletên din yên herêmî kir ku weke hikûmeta herêma Kurdistanê hevkarî û alîkariya penaberên Suriyeyê bikin. Wê got ku, zêdetir 90% ji himara penaberên surî li herêma Kurdistanê ne û vê yekê jî barê ser milên hikûmeta herêma Kurdistanê giran kiriye.

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê behsa bêhelwestiya hikûmeta Îraqê li hember penaberên surî kir û got ku, divê hikûmeta Îraqê bi cidî bi berpirsiyariya xwe ya li hember penaberan rabe û destê alîkarî û hevkariyê bo kampên penaberan dirêj bike.

 

- Em pêşbînî dikin ku, hijmareke zêdetir ji kurd û ereban ji Suriyeyê ber bo herêma Kurdistanê bên. Ji ber hindê divê hemû amadekarî bên kirin û hem hikûmeta Îraqê û hem jî civaka navdewletî xwe ji bo pêşwazî û alîkariya penaberên surî amade bikin.

 

Di civînê de behsa pirsgirêk û kêmasiyên kempên penaberan hat kirin û di vê çarçoveyê de Nêçîrvan Barzanê biryar da ku, 10 milyon dolaran bo avakirina du kampên nû bo penaberan li Duhok û Hewlêrê berdest bike.  Herwesa biryar hat dan ku, ji bona baştirkirina rewşa penaberan di warê saxlemî, perwerde û pêdawîstiyên rojane de, bi beşdariya hikûmeta herêma Kurdistanê û UNHCR û aliyên peywendîdar civîneke berfireh bê saz kirin û hemû kêmasiyên penaberan bên çareser kirin.

 

- Dema behsa penaberiyê û derbederiyê tê kirin, em ji hemûyan baştir di rewşê têdigehin, çunkî me penaberî, jiyana dijwar û derbederî dîtiye û em dizanin jiyna û rewşeke çend nexweşe. Ji ber hindê hikûmeta herêma Kurdistanê hemû alîkariyan pêşkeşî penaberan dike.

 

Barzanî daxwaz ji welatên cîranên Îraqê û herêmî, bi taybetî welatên erebî kir ku, alîkariya penaberên surî bikin û rewşa wan li ber çavan bigirin

Nûçeyên têkildar