26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Li parêzgeha Kerkukê artêşa Iraqê 27 hemwelatî kuştin

Çavkanî: KDP.info

Kerkuk-KDP.info/ Li navçeya Hewîceyê li Kerkukê, di çalakiya protestoyî a li dijî Serokwezîrê Iraqê Nurî Malîkî de, hêzên Iraqê êrîş birine ser xwepêşanderan û di encama êrîşan de herî kêm 27, zêdetir 56  kesan jiyana xwe ji dest dan.

 Li gor xelkên deverê, li Hawîceyê, gel li dijî Serokwezîrê Iraqê Nurî El Malîkî xwest ku çalakiyeke protestoyî lidarbixîne. Hêzên leşkerî û polîsên dewletê êrîşa xwepêşanderan kirin û di encamê de herî kêm 27, zêdetir 56 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetir ji 200 kes jî brîndar bûn.

Armanca wan ew bû ku, kesên îniya borî çek teqandin û xwepêşandin bigirine bin çavan. Dema ku artêşa Iraqê li ser sînorê navçeya Hawîce gule reşandin, di navbera artêşê û hemwelatiyan de pevçûn derket. Di van pevçûnan de 6 leşkerên Iraqê jiyana xwe wenda kirin û 11 leşker jî brîndar bûn. Li ser vê bûyerê, artêşa Iraqê 50 hemwelatî kuşt û 200 jî brîndar kirin."

Nûçeyên têkildar