Zehmet e Tirkiye dest ji petrol û gaza Kurdistanê berde

Tirkiye-Ajans/ Berpirsekî payebilind ê şirketa Genel Energy a Tirkî ku niha li Kurdistanê karê veberhênana petrolê dike, got: ‘’Zehmet e Tirkiye dest ji wê petrol û gaza xwezayî berde ku li Herêma Kurdistanê heye.’’
Malpera Hurriyet Daily News belav kir ku Serokê Rêvebirin û Karûbarê Giştî yê Şirketa Genel Energy Pars Kutay gotiye; Zehmet e Tirkiye dest ji wê petrol û gaza xwezayî berde ku li Herêma Kurdistanê heye, ji ber ew petrol û gaza ku şirketa Genel Energy a Brîtanya-Tirkiye li Herêma Kurdistanê dîtiye, kalîteya wê gelekî bilind e.
Li gor Kutay, ew samanên xwezayî yên li vê navçeyê hatine dîtin di ser wê astê re ye ku pêdiviya Tirkiyê pê heye û wiha dirêjî bi axaftina xwe dide: ‘’Bo welatekî tîniyê çavkaniyên enerjiyê wek Tirkiyê ku xwediyê rêjeyeke diyarkirî ye, ne asan e dest ji çavkaniyeke wiha mezin berde ku tenê 150-200 km dûrî wî sînorî ye.’’ Jêder Basnews




