25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Dîndar Zîbarî: Daxwaza alîkariya navnetewî bo penaberên Sûrî li Herêmê kir

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Duhî Cîgirê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Kurdistanê bo Karûbarên Rêxistinên Navdewletî Dr. Dîndar Zêbarî di komcivîneke de ragehand ku di van nêzîkan de wan herdu kampên din jî bo penaberên rojava vedikin ku biryar e yek li Hewlêrê be ya din jî li Silêmaniyê.

Derbarê hejmara penaberên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdistanê jî Zêbarî got: ‘’Hejmara wan penaberên ku ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê diqewimin hatine Herêma Kurdistanê gehiştiye 115 hezar kesan. Hejmara wan jî kêm û zêde dibe ji ber hinek tên kampan û hinek jî derdikevin.’’

Dîndar Zêbarî herwiha daxwaz ji rêxistin û ajansên ser bi Neteweyên Yekbûyî kir daku çalakiyên xwe zêdetir bikin bo xizmetkirin û hevkarîkirina wan penaberên ku ji ber şer û pevçûnên li Sûriyê berê xwe dane Herêma Kurdistanê.

Derheqa wan herdu kampan de jî ku biryar e li Hewlêr û Silêmaniyê bên vekirin, Zêbarî wiha axifî: ‘’Ji ber hejmara penaberan zêde dibe di nêzîk de ew kamp tên vekirin, biryar bû kampeke din li Dihokê bê vekirin, lê ji ber hejmara penaberan li wir zêde ye dê ew herdu kamp li Hewlêr û Silêmaniyê bên vekirin.’’

 

Nûçeyên têkildar