26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Di salvegerarojnamevaniya kurdî da rojnamevanên kurd dihêne dadgehkirin

Çavkanî: KDP.info

Bakûrê Kurdistanê- KDP.info/ 46 rojnamevanên kurd li 115mîn salvegera rojnameriya kurdî da listenbulê hatine dadgehkirin û rojnamevanên kurd di rûniştina dadgeha Turkiya dasalvegera rojnamegeriya kurd li hemû rojnamevan û nivîserên Kurdistanê pîrozkirin.


Hesen Bayiram Oglu parêzerêkurd di daxûyaniyekî taybet bo rojnama Evro ragehand ku hikûmeta Turkiya diçarekirina pirsa kurd da gelek propgandeyan dike lê bi kiriyarî zordariya xweya li ser siyasetmedar û rojnamevanên kurd da berdewam dike û got: (dewletaTurkiya naxwaze rojnamegeriya serbixwe ya kurdî hebe û dadgeh jî jirojnamevanên girtî daxwaz dike ku qelem û kamîrayên xwe bo berjewenda dewletaTurkiya bikar bînin û bi tenê tawana rojnamevanên kurd aşikirakirina rastiyan ûparastina doza rewayê gelê Kurdistanêye, ji xwe dadgeha Turkiya jî bi aşikirabo rojnamevanên kurd dibêje ku di nivîs, dengubas û raportên xwe da tiştên kudewlet dixwaze bikin, berovajî wê yekê dê cihê jiyana we zîndan be).


Rojnamevanê navdar yêTurkiya Cuneyit Ozdemîr jî ragehand ku ew wek rojnamevanekî turik ji dadgehî kirina46 rojnamevanên kurd şermê dike û got: (li Turkiya rojnamevaniya berhingar, çepû ya kurdan herdem wek metirsî li ser sîstemê Turkiya hatî ye dîtin û ji ber wêçendê jî di hemû warên jiyanê û karên rojnamevaniyê da rêgiriyeka mezin lihember wan heye û gefa girtin û kuştinê berdewam li ser rojnamevanên kurd û çepda heye û ez daxwaz ji dadgeha Turkiya dikem ku bo piştevanî kirina qonaxaaştiyê hemû rojnamevanên kurd yên girtî azad bike û dozên li ser rojnamevananhatine vekirin bi temamî bihêne rakirin da ku qelemên bo aştiyê û dîmokirasyêbi hêz bibin).


Rojnamevanên kurd di 20 êqanûna sala 2011 da di çarçuveya doza koma civakên Kurdistanê da hatibûnegirtin û ewe bo cara çiwarê ye dihêne dadgehkirin. Di rûniştina dagehê dahejmarek perlemantarên yeketiya uropa, perlemantarên kurd, serok û rêveberênsendîkaya rojnamevanên Turkiya û hejmarek zêde rojnamevan berhev bûn.

 

Nûçeyên têkildar