Mûsil, Li encama teqîna bombekê de çar leşker hatin kuştin

Jêderekî ji serkirdayetiya operasîyonên Mûsilê ragihand, ku di encama teqîna bombeka çandî de li devera El-Beaj rojavaya Mûsilê de, çar leşker hatin kuştin û du hevwelatî jî hatin birîndar kirin.
Her weha evî jêderî jî got, " ev bomba han bi rêza hêzên sê ya supayê Iraqê ve li rojavaya Mûsilê teqîya.
Wek tê xuyakirin ku bajêrê Mûsilê yekek ji wan deverên germe ku herdem ji alîyên terorîstan ve rastî êrişan tê.




