Kombûnek ji bo vekşandina bawerîyê ji Malikî tê saz kirin

Îro alîyên sîyasîyên Iraqê ku pêhatne ji, Hevpeymanîya Kurdistanî û Iraqîyye û Sedr careka din li bajêrê Hewlêrê kombûnekê saz dikin sebaret bi vekşandina bawerîyê ji "Nûrî Malikî" serokê hukûmeta Iraqê.
Ev kombûn jî di demekê de hatîye ku serok komara Iraqê di beyan nameyekê de balav kirîye, ew komîtê ku ji alîyê serokê komara Iraqê ve hatîye sazkirin bo hûrbîna 160 muhrên parlîyamenta Iraqîyye û hevpeymanîya Kurdistanî û firksyona Ehrar û pişt re çend parlîyamenterên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanî hate ser, lê piştire jî 11 parlîyamenteran muhr kiribûn, bi nivîsgeha serokê komar re ragihandin, ku ew muhrên xwe vedikşînin, piştire jî 2 parlîyamentên din jî muhrên xwe hildipesartin.
Ji ber evê çendê jî serokê komara Iraqê Celal Talebanî di beyannameyekê de ragihand, ku tekesta wî ji bo enumena nûnerên Iraqê re nahê bilind kirin û li gel serokê herêma Kurdistanê dimîne.
Di pişkeka dinê evê beyannamê de hatîye, " serok Talebanî bi nîyaza geşteka çareserîyê bû, lê hat paşxistin, heta ku hûrbîna vekolîna muhran temam dibe û piştî yekalîbûna evê mijarê geştekî di hefteya bihê de dike".




