Gendelîyeka mezin di nivîsgeha Nûrî Malikî de eşkere bû

Encûmana nûnerên Iraqê vekolînê li ser gendelîyeka mezin bi mîllîyaran dînar di nivîsgeha serokê hukûmeta Iraqê Nûrî Malikî de encam dide.
Parlîyamentera ser bi alîyê Sedr " Meha Durî" eşkere kir, ku nivîsgeha Malikî bi millîyaran Dînar xerc kirîye, dibe ku Malikî bi ser karmend û pasewanên taybetên xwe ve belav kiribe.
Durî her eve jî da nîşandan, ku komîteyeka parlîyamentê li encûmana Nûnerên Iraqê vekolînan li ser dosîya taybet dike.




