Ji bo kirîna karebê bo wîlayeta Mûsilê danûstandin bi Tirkiyeyê re berdewam in

Wezîrê elektirkî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di preskonfrensekê de got ku, li ser biryara serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dê herêma Kurdistanê pêdana karebê bo wîlayeta Mûsilê nerdewam be.
Yasîn şêx Abubekir di preskonfrensê de, kul i Hewlêrê hat saz kirin, got:
- Heta ku kontrakta kirîna karebê digel Tirkiyeyê tê nû kirin, hikûmeta herêma Kurdistanê dê li ser pêdana karebê bo wîlayeta Mûsilê berdewma be. Bi biryara Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, ji bo kirîna karebê, dest bi danûstandinan digel kompnaiyên tirkî hatiye kirin.
Wezîrê elektirîkê yê hikûmeta herêma herêma Kurdistanê behsa hûrgiliyên pêdana karebê bi wîlayeta Mûsilê kir û got:
- Berê rêkeftinek di navbera hikûmeta Îraqê û Tirkiyeyê ji bo kirîna karebê bo wîlayeta Mûsilê hebû. Lê ev nêzîkî sal û nîvê ye hikûmeta Bexdayê ew rêkeftin digel Tirkiyeyê nû nekiriye û xelkê wê wîlayetê ji bê karebiyê dinalin. Ji ber vê yekê jî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê biryar da ku dest bi danûstandinan digel kompaniyên tirkî ji bo kirîn aneftê bê kirin. Lê heta ew rêkeftin digel Tirkiyeyê bigihêje encamê û îmzakirinê, wezareta karebê a hikûmeta herêam kurdistanê dê 50MW karebê bide Mûsilê.
Di beşek din a axavtina xwe de, wezîrê karebê di preskonfrensê de behsa sîstema elektironî a wezaretê kir û got:
- Wezareta karebê bi hevkarî digel kompaniya navxweyî (Mediya Tek), ji bo karûbarên îdarî yên wezaretê sîstemeke elektironî danaye. Bi vê yekê jî karûbarên wezaretê dê bi şefaf, lezgînî û dûr ji royînl birêve biçin.




