26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hilbijardeya Kurdistanê bû bi qehremanê Vîva û Cama wê bilind kir

Çavkanî: KDP.info

li bajarê Hewlêrê li ser lîstgeha "Franswa Herîrî" hilbijardeya Kurdistan û hilbijardeya Qubris a Turkî bi hev re lîstin û di encamê de hilbijardeya Kurdistanê nasnavê palawantiya cama cîhanî ya herêman bi 2 hember bi 1 bi dest xist.


Golên hilbijardeya Kurdistanê ji alîyê Helgurd Mela Muhemmed ve di xuleka 8 û Herdî Sîyamend di xuleka 23 tomarkirin. Û dilê her çar parçeyên Kurdistanê xweşkirin.


Hêjayî gotinê ye eve cara yekeme hilbijardeya Kurdistan dibe palawanê cama Vîva ya herêman, ev palawanîya han jî ji alîyê Nêçîrvan Barzanî ve serokê hukûmeta Kurdistanê ve hatîye dabînkirin.
 

Nûçeyên têkildar