26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

serok komar pirosesa vekşandina bawerîyê ji Nûrî Malikî ragirt

Çavkanî: KDP.info

Nivîsgeha serokatîya komara Iraqê di beyan nameyekê de ragihand, ku hejmara wan muhran gihaye destê komîta hûrbînê, ku di encamê de derkeft, ku hejmara wan 160 muhrin û jê 11 kesan muhrên xwe vekşandine û 2 kesan jî muhrên xwe hilpesartine.

Wek di tekesta beyannameya nivîsgeha serokê komar hatîye, ku serokê komara Iraqê komîta hûrbîna ji bo muhran sazkiribû, di encama karê evê komîtê de derkeft, ku 160 muhr ên parlîyamenterên îtîlafa El-Iraqîyye û hevpeymanîya Kurdistanî û kutleya El-Ehrar û hejmarek ji parlîyamenterên serbixwe bi dest hat. 

Piştre jî hejmareka parlîyamenterên Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanî hate ser, piştre jî 11 parlîyamenter ji ewên berê muhr kirin muhrên xwe vekşandin û du kesan jî muhrên xwe hilpesartin.

Nûçeyên têkildar